İbrahim Atmaca
06 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Li Agiriya ku îsal berfeke pir zêde lê barî û sermaya wê pir zêde ye, piştî barîna berfê li ser çatiyan nêzî mêtreyekê berf heye û ev berf ji bo kesên ku debara xwe bi avêtina berfê va dikin bû deriyê debarê.
Karker guh nadin talûkeyê û bi bêran va dertên ser çatiyên mal û kargehan û berfê davêjin û rojane serê merivê nîvendî 100 lireyî qezenc dikin.
Ji ber ku nermayî kete hewayê jî berfa li ser çatiyên avahiyên bilind dibe talûke.
Ekîbên karkeran bi gelemperî ji 3-4 kesan pêk tê û dema ku dertên ser avahiyên bilind, werîsan bi navtenga xwe va girê didin.
Ji karkeran Ersîn Batuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku zivistan ji bo welatiyan zehmet e, lê ji bo wan deriyê kar e.
Batuk diyar kir ku ralûkeya karê wan heye û wiha dewam kir, "Em ser çatiyan paqij dikin. Zehmet e, lê em ji bo perê nanê xwe mecbûr dixebitin. Em rojane di navbera 100 û 150 lireyî da pere qezenc dikinç Nêzî 2 saetan e em li vê derê dixebitin. Îsal berf pir barî. Berf bû deriyê nanê me. Li ser çatiyan mêtreyek berf heye. Em werîs li navtenga xwe girê didin û tevdîra xwe hildidin. 15-20 roj in em çatiyan paqij dikin."