Fatih Gazioğlu
06 Adar 2019•Rojanekirin: 09 Adar 2019
Berfa ku li ser Keleha Bidlîsê kombûbû ji hêla çiyager û tîmên îtfaiyeya Şaredariya Bidlîsê va hat paqij kirin
Çiyager li taxê Kalelatiyê bi merdîwena îtfaiyê derketin ser Kelha Bidlîsê û berfê li ser blokên bikevir bi meran paqij kirin. Tîmên îtfaiyeyê jî alîkariya da çiyageran.
Alîkarê Serokê Şaredariya Bidlîsê Huseyîn Aras daxuyanî da û got ku îsal li bajêr berf zêde barî û wiha axivî:
"Tîmên me 7 roj û 24 saetan bênavber xebitîn. Bajarê Bildîsê ciyekê çiyayî ye û evrazî lê zehf in. Caran ji ciyên bilind aşîtên biçûk çêdibin yan jî ji ciyên bilind berfa dikeve jêr. Taxê Kalelaltiyê rîskeke wiha hebû. Me jî ji tîmên çiyageran alîkarî xwest. Tîmên me yên îtfaiyeyê û wan bihevra berfa li ser kelehê paqij kir. "