İbrahim Atmaca
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
MUŞ
Yavuz Tektîmûrê ku li Mûşê dijî, çendek berê deşikek li kêleke rê dîtibû û xwedî dikir, lê deşik winda bû. Tektîmûr ji bo ku deşika xwe bibîne afîş da çapkirin û bi afîşan va li deşikê digere.
Tektîmûrê xelqê Sutluceya gundê navendê mezûnê Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Erzurum Ataturkê ye, lê debara xwe bi heywandariyê dike. Tektîmûr nêzî 2 meh berê li ser rê kereke ku lingê wê şikestibû bi tevî deşika wê va dît.
Kera ku birîndar bû, demek şûnda hişk bû. Tektîmûr navê deşika sêwî danî "Lale" û bi bîberonê va şîrê bizinê dida deşikê.
Lê deşik nêzî hefteyek berê winda bû.

Tektîmûr li ser vê afîşa ku wêneya deşikê jî li ser heye da çapkirin û li ser afîşê wiha da nivîsandin, "Deşika ku hûn di wêneyê da dibînin winda ye. Kesê ku dît bira ji kerema xwe li me bigere" Tektîmûr afîş bi dîwar û darên kolanan va zeliqand.
- "Min bi bîberonê va deşik xwedî dikir"
Tektîmûr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber ku deşik hê pir piçûk e divê bi şîr were xwedîkirin.
Tektîmûr diyar kir ku fikara wî ew e ku "Lale" li ber sir sermayê biqerise û hişk be jî û wiha dewam kir:
"Min ji bo şîrê deşikê bizinek kirîbû. Min deşik bi bîberonê va xwedî dikir. 6-7 roj berê nişkava winda bû. Min tax serobino kir û ez lê geriyam, lê min nedît. Ez neçar bûm û min afîş û îlanên destan da çapkirin û ez wisa lê digerim. Ji ber ku hê pir piçûk e, nikare tiştekî bixwe. Nikare li derva bimîne. Ez ji vê derê bangî her kesî dikim. Kesê dîtin ji kerema xwe bira li me bigerin."