ekîp
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
KARS
Li Qersê hin xwendekar li ser medyaya civakî kom bûn ku kûçikên li kuçe û kolanan xwedî bikin.
Tugba Kerencîler û xwişka wê Hîlal Kerencîler ên ku di Zanîngeha Kafkasê de xwendekar in malpereke înternetê ya bi navê "Soguk Patiler Kars" vekirin. Kesên ku dixwazin alîkariya kûçikên li kuçe û kolanan bikin bi saya vê malperê tên bal hev, bi dildarî zikê kûçikan têr dikin û wan xwedî dikin.
Kesên dildar hin caran li malên xwe ji kûçikan re xwarinê amade dikin hin caran jî êmên ku dildaran şandine dibin didin kûçikan. Ji bilî kûçikên kolanan ew xwarinê didin kûçikên li stargehan jî.
Hîlal Kerencîler ji nûçegihanê AAyê re got ew bi dildarî heywanên li kuçeyan xwedî dikin û wiha axivî: "Ewil min û xwişka xwe di înstagramê de hesabek vekir. Me li gor qeweta xwe alîkariya heywanan dikir. Paşê kesên ku dîtin em heywanan xwedî dikin wan jî piştgîrî da me."
Karencîlerê got ku ew bi derfetên xwe li malê ji bo seyan xwarinê amade dikin û wiha dewam kir: "Em ji bo wan heywanên li derva û derdora dibistanan dibînin êm datînin hin deran û bi vî awayî wan xwedî dikin. Em îro hatin stargeha heywanan, me êm çêkir, miqarne keland, seyên rewşa wan nebaş bû kontrol kir. Seyên li kuçe û kolanan li benda alîkariya xêrxwazan in."
Ji xwendekarên xêrxwaz Medîne Uçar a ku di pola 2emîn a Beşa Wêje û Zimanê Îngilîzî ya Zanîngeha Kafkasê da dixwîne got ku berê wê bi tena serê xwe heywanên li kuçe û kolanan xwedî dikir lê piştî herdu xwişkên Kerenciler nas kir vî karî bi hev ra didomînin.
Uçarê got: "Em li hêviya alîkariya welatiyan in. Piştî min xwe gihand wan ji wan pirs kir ku hûn vî karî çawa dikin. Paşê me bi hev ra dest bi xwedîkirina kûçikan kir. Hin kes xwarin, ava goşt û miqarne şandin. Me ew amade kirin û em çûn cihê seg lê dimînin."
Sedat Guvercînê xêrxwaz jî diyar kir ku ji bo heywanên li derva mayê ji destê wan tê dikin.