19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
HAKKARÎ
Waliyê Hekariyê Cuneyit Toprak û heyeta pê re, bi kilam û stranan seba heywanên ku ji ber sar û sermayê nikarin xwarinê bi dest bixwin xwarin û êm danîn çolê.
Walî Toprak, Fermandarê Tûgaya Çiya û Komandoyê Tuggeneral Emre Tayanç, Serdozgerê Komarê Altug Kurşat Şahîn, Midûrê Herêma 14emîn a Wanê ya Karên Daristan û Avê Mustafa Şenturk, Midûrê Şaxa Hekariyê ya Karên Daristan û Avê Necmettîn Yilmaz û xebatkarên saziyê derketin serê Girê Şîbekorê ku 12 kîlometre dûrî navenda bajêr e û 2 hezar û 800 raqim e.
Li vir hunermend Kemal Çîftçî strana "Perên Bulbulê Spî ne" got.
Walî Toprak û yên nav lijneyê de xwarin û êm danîn herêmên diyarkirî.