İbrahim Atmaca
20 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2020
Selahattîn Cîhanê 71 salî ku li Batmanê dijî û xaziyê Qibrisê ye, bi maketên ku çêdike va berhemên dîrokî dide nasîn.
Cîhanê xaziyê Qibrisê maketên berheman ên wek Tirbeya Zeynel Beg, Mizgefta Er-Riziqê, Humama Artukluyê, Mizgefta Koçê û Pireya Romê çêkirin.
Her wiha Cîhan maketa Mescida Heram, Qubeya Sehrayê, Anitkabîr, Kûleya Galatayê û Kiz Kûlesî jî çêkir. Cîhan daxuyanî da û diyar kir, ew piştî ku teqawid bû, ji ber ku eşqa wî li ser hunerên destan hebû, wî dest bi çêkirina maketan kir.
Cîhan diyar kir ku wî piranî berhemên li Heskîfê yên ku cihên wan hatin guherandin çêkirin da ku piştgiriyê bide nasandina berheman û destnîşan kir ku wî li ser sparîşan maketa berhemên cuda jî amade kirin.
Cîhan diyar kir, wî makîneyên ku pê maket çêkirin jî bixwe çêkir û wiha axivî: "Min li ser makîneyan lêkolîn kir. Bihayê wan zêde bûn. Ez jî hefteyekê xebitîm û min makîneyên ku pêdiviya min pê hene, bixwe çêkir.
Cîhan dxuyand ku wî maket li gor pîvanên diyarde çêkir û wiha dewam kir, "Dema ku meriv li gor pîvanê çêdike, bedewtir tê. Par li Batmanê pêşangeheke me çêbû. 10 hezar kesan pêşangeha me ziyaret kir."