Türkan Tosun
20 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2020
Li gundên Akpinar, Dîlîmlî û Karakaleyê tên li ser navenda Mûşê berhevkirina sêvan dest pê kir.
Li ser qadeke 3 hezar û 128 dekarî sêv tê gihandin û tê texmînkirin ku îsal wê 1460 ton sêv wê bê berhevkirin.
Midûrê Bajêr yê Çandinî û Daristanê Mehmet Aydin ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber ku li Mûşê avûhewa xweş e, roj hewa germ û şev jî sar e tehma sêvên vê derê xweştir dibe û wiha axivî: "Ji her derê daxwaza sêvan heye. 3 milyon lire feydeya wê bigîhîje aboriya Mûşê. Îsal li gor salên berê hilberîn zêde ye. Daxwaza me ew e ku baxçeyên sêvan zêdetir bin."
Aydin anî ziman li Mûşê gelek zeviyên çandiniyê hene û wiha dewam kir: "Zêdetir gûz û paşê tirî, mişmiş, gilyaz, hurmî û sêv gelek fêkî li Mûşê hene. Sêv jî ji bo me girîng e. Bi qadeke 3 hezar û 128 dekarî baxçeyên sêvan va Mûş navenda sêvan e. Li gundan ev kar zêde tê kirin. Wek Midûriyeta Bajêr ya Çandinî û Daristanê em bi alikariya Walîtî û Wezareta me her tim piştgiriyê didin cotkarên me."
Yuksel Gokturkê li gundê Dîlîmliyê dijî û baxçeyê wî yê sêva heye got îsal sezoneke baş e.
Gokturk got wî 5 ton sêv berhev kiriye û kîloya wî bi 3 lireyan firotiye kesekî ji Xinusa navçeya Erziromê.