2015 ж. 07 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 10 қазан
Li Kahramanmaraşê çinîna "Îsota Maraşê" ya ku li çar aliyê Tirkiyeyê bi tehm û aromaya xwe tê zanîn û bi tescîl e, qediya.
Çandiniya îsota ku di mitbexan de tehmeke xweş li xwarinan zêde dike û ev bi salan e li Kahramanmaraşê tê çandin di nav gel de jî bi navê "Îsota Maraşê" tê zanîn.
Di xwarinên ku li çar aliyê Tirkiyeyê tên çêkirin de îsot di gelekên wan de tê bikaranîn û di îsota tûj dema hilberandinê de jî eleqeyê dixwaze.
Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê yê Bajêr Îhsan Emîralîoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îsota îsal bi qelîteya xwe wê devê milet bişewitîne lê bi bihaya xwe jî wê dilê wan rihet bike.
Emîralîoglu destnîşan kir Kahramanmaraş ji ber ku bi îsota xwe jî tê naskirin ew gelekî kêfxweş in û wiha pê de çû: "Îsota Maraşê marqeyeke dinyayê ye. Li welêt di 15 hezar dekarî de çandiniya îsotê hat kirin û rekolteya îsal li gor salên borî zêde neguherî. Îsota Maraşê li Gazîanteb û Rihayê jî tê çandin."
Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê yê Bajêr Emîralîoglu ragihand rekolteya îsota Maraşê ya ji ber ku li bajarên din jî hat çandin zêde ye û ev yek jî wê li ser bihayê îsotê bi tesîr be.
Kîloya îsotê ya ku par di navbera 12-25 lireyî de dihat firotin wê îsal ji ber zêdebûna rekolteyê bi qasî 1-2 lireyî erzantir bê firotin.