Berfa Torosan bi hatina biharê ve hêdî hêdî dihele. Li qûntara çiyê di nav ava berfa ku dihele de, kulîlk vedibin û dîmenên xweşik derdikevin holê.
Li qûntara Kocadaga li navçeya Derebûcakê hê jî berf heye; lê hin cihan berf heliya û bi ava berfa ku dihele kulîlkên reng bi reng ên biharê vebûn. Dîmenên ku li qûntara çiyê derketin holê balê dikşînin.
Navçeya Derebûcakê ku ji hêla cureyên giha ve dewlemend e, bihatina biharê re zêdetir bala xwezahezan kişand. Şêniyên herêmê li qûntarên çiyê gihayên cûr bi cûr kom dikin. Her wiha ne tenê niştecihên gund wênekêş jî li quntarên çiyê digerin û wêneyan dikşînin.
Wênekêş ji bo wêneyên dîmenên ku dişibin karpostalan bikşînin hatin herêmê û bi saetan ji bo wêneyan bikşînin dixebitin.