Haydar Şahin
12 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2019
SÊRT
Faruk Aydinê li Sêrtê dijî di çarçoveya Projeya Cotkarên Ciwan da ji Wezareta Çandinî û Daristanan piştgirî sitand û ji xwe ra çêwlik vekir.
Aydinê 36 salî yê ku Midûriyeta Çandinî û Daristanan ya Bajêr par projeya wî qebûl kir li Gokçebaxa bajaroka li ser navendê li ser 4 hezar mêtreqere erdê xwe çêwlik ava kir. Aydin tewleyeke 10 mêtreqereyî ava kir û bi 5 heywanên wekî hîbe dabûnê va gihîşt çêwlika ku bi salan e xeyal dikir.
Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi salan wekî karker li Stenbolê xebitî û bi piştgiriya ku dewletê da va vegeriya ser axa bavê xwe û di sektora heywandariyê da bû hilberîner.
Aydin got ku bi salan bû xeya dikir ku çêwlika wî hebe, bi piştgiriya Wezareta Çandinî û Daristanan da va bû xwediyê 5 dewaran û wiha pê da çû: "Înşaellah hedefa min ew e ku hejmara wan zêde bikim. Ji ber ku ji xerîbiyê vegeriyam axa bavê zehf kêfxweş im. Li vir min li serê xwe ji xwe ra çêwlik ava kir. Heywandarî gelekî zor e lêbelê karekî xweş e. Di şert û mercên nika da heywandarî zehf baş e."