Haydar Şahin
12 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2019
MARDÎN
Muhammed Çîftçiyê 26 salî yê li Omerliya navçeya Mêrdînê dijî bi piştgiriya dewletê di bodroma mala xwe da tesîsa kifkarîkên îstîrîdye vekir û kifkarîkan difroşe.
Çîftçî ji ber mereqê mereqê li ser çandiniya kifkarîkan lêkolîn kir û serî li "Projeya Cotkarên Ciwan" a Saziya Piştgiriya Pêşxistina Cotkariyê (TKDK) xist û jê ra 30 hezar lire hîbe derket.
Çîftçî ji vir 3 meh berê di bodroma mala xwe da tesîsa kifkarîkan vekir û 3 kesan jî îstixdam dike.
Hedefa Çîftçiyê di mehê da 2,5 ton kifkarîkên îstîrîdye kom dike ew e ku hilberîna xwe zêde bike û kifkarîkan bifroşe piyaseya dervayê welêt.
Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser mereqê dest bi lêkolînê kir û bi piştgiriya dewletê jî gihîşt mirazê xwe.
Çîftçî got piştî ku zanîngeh qedand xwest ku karê xwe bike û bi saya hîbeya ku danê va ji xwe ra tesîs vekir.
Çîftçî wiha axivî: "Tesîsa me 250 turî hildide. Di rojê da 90 kîlo kifkarîkan kom dikin. Hilberîna me têra navçeyê dike lêbelê em ê tesîsa xwe mezin bikin. Endezyarên ziraetê kifkarîkên me kontrol dikin û em bi belgeyê wan difroşin."
Çîftçî diyar kir ku kifkarîkên îstîrîdye di rewşeke hesas da derdikevin, di nav şert û mercên heywaya herêmê da derketina van mimkûn nîne, bi sîstema taybet tênahî û ritûbeta tesîsê tê amadekirin û bi makîneyan germahiya hundir di astekê da tê parastin.
Çîftçî got kîloya kifkarîkên tehma wan dişibe ya goşt bi 15 lireyî difroşin, kifkarîkên wan hê nagihêjin markêtan xilas dibin.
- "Hedefa me ew e ku tesîseke mezin ava bikin"
Çîftçî got hedefa wan ew e ku ji bodromê derkevin û berê xwe bidin piyaseya dinyayê û wiha pê da çû:
"Dema me dest bi vî karî kir hêviya me tunebû ku ewqasî eleqe were nîşandan. Hedefa me ew e ku tesîseke mezin ava bikin. Ji navçeyê derkevin, li piyaseya bajêr û ya dervayê welêt jî bigrin. Heke piştgiriya dewletê nebûya me nikaribû em bihatana vê astê. Hevalên ciwan dikarin bi fikrên wiha va ji xwe ra tesîsan vekin û tevkariyê bidin pêşketin û îstixdama welêt."