İbrahim Atmaca
14 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2018
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê 19 pezên ku hatin dizîn, ji aliyê cendirmeyan va hatin dîtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Cendirmeya Bajêr hat dayîn, li ser êxbara ku li taxa Yolmaçayirê ji tewleya A.Ş 19 pez hatin dizîn, xebatê dest pê kir.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Başkaleyê lêkolîn kir û cab hilda ku heywan li kamyonetekê bar kirine û ber bi mezreya Yerlî Harmanê yê taxa Bolekliyê birine.
Ekîb çûn cihê bûyerê S.Kyê ku ji kamyonetê heywan peya dikirin, girt.
Heywanên ku hatin dizîn, teslîmî xwediyê wî kirin û S.K. hat binçavkirin.
A.Ş diyar kir ku ew tenê bi heywandariyê debara xwe dike û spasiya cendirmeyên ku heywanên wî teslîmî wî kirin, kir.