İbrahim Atmaca
14 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2018
VAN
Li Çataka navçeya Wanê bêrîvan ji bo dotina pez her roj li qantiran siwar dibin û ji nav gelî û rêyên xilxile ra dertên zozanan.
Bêrîvanên ku li taxa Bîlgiyê dijîn, serê sibê radibin, karên xwe yên malê dikin û bi rê dikevin.
Jin li ser pişta qantiran di gelî û rêyên xilxile ra derbas dibin û piştî rêwîtiya sa saetan dertên zozanên ku bilindahiya wan 3 hezar raqim e û pezê wan lê diçêre.
Bêrîvan li zozanê pezê xwe didoşin û şîrê pez berdidin satil û misînan û ji heman rêyê ra vedigerin malên xwe.
Mixtar Taxa Bîlgiyê Îhsan Oru daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li tax û mezreyên ser taxê 200 mal hene.
Oru diyar kir ku li herêmê nêzî 14 hezar pez hene û kesên ku li taxê dijîn bi heywandariyê debara xwe dikin. Oru got ku jin serê sibê ji malê dertên û heta êvarê ancax vedigerin û ji ber vê yekê zarokên wan tenê dimînin.
Oru destnîşan kir ku jin piştî rêwîtiyeke zor û zehmet bi şîrê ku ji pêz didoşin va mast û rûnê mala çê dikin, difroşin û pê debara malbatê dikin û wiha dewam kir:
"Ji ber rêya ku qantir tê ra diçin xerab e, jin ji qantiran dikevin, dest û lingê wan dişkên. Me ji qaymeqamê me ra got û wî jî soz da me û rêya zozanên me da çêkirin. 3 zozanên gundê me hene. Rêya du zozanên me hatin çêkirin, vêga em bi wesayîtan diçin van zozanan. Rêya zozana me ya din heta nêvî hat çêkirin. Em vê gavê bi qantiran diçin û tên. Înşallah wê rêya vê zozana me jî were çêkirin da ku êdî kes ji qantiran nekeve. Em pir spasiya rayedaran dikin, Xwedê ji dewleta me razî be."
Bêrîvan Şerîfe Sarbanê jî got ku ew serê sibê di saet 06.00î da radibin, karê xwe yê malê dikin û paşê dest bi rêyeke zor û zehmet dikin ku xwe bigihînin zozanê.
Sarbanê destnîşan kir ku piraniya roja wan di rêyan da derbas dibe û wiha dewam kir: "Piştî ku karê me diqede, em êvarê dora saet heftan paşê xwe didin malê. Di rê da hin jin ji qantiran dikevin û birîndar dibin. Herdu rêyên me yên din hatin çêkirin. Ev rêya me jî were çêkirin, em ê êdî rehet bin."