Haydar Şahin
13 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2018
TUNCELÎ
Huseyîn Uzunê li Yaylagunuya gundê Ovacika navçeya Tunceiyê heywandariyê dike ji bo çêlekên xwe yên ku ditirsin ji pireyê ra derbas bibin bide çêrandin her roj ji Çemê Munzurê ra derbas dike.
Uzun her roj danê nîvro çêlekên xwe derdixe rê, çêlekan ji ava sar a Çemê Munzurê ra derbasî aliyê din dike û dibe zeviya xwe ya li tanga gundê Beşevlerê.
Uzun qasî demekê çêlekên xwe li zeviyê diçêrîne dema hindik dimîne tav biqulibe dîsa derdikeve rê, ji Çemê Munzurê ra derbas dike ku bibe mala xwe. Çêlek car caran tengasiyê jî dikişînin û dîmenên xweşik derdixin holê.
Huseyîn uzun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku zehf bi çêlekên xwe ra eleqedar dibe.
Uzun got bi van çêlekan debara xwe dike û wiha axivî: "Li gundê Beşevlerê zeviya me heye. Ji bo çêlekan li wê derê biçêrînim ji Çemê Munzurê ra derbas dikim. Çêlek ditirsin ku pireya hilawistî derbas bibin. Ez jî mecbûr wan ji çêm ra derbas dikim. Payîz hat. Hewa êdî sar bû. Ava Çemê Munzurê jî êdî sar bû. Çêlek dema dikevin avê serma dikin. Jixwe li zeviyê jî çêre nema. Ez ê demekê şûnda çêlekan li der û dora gund biçêrînim."