KARS
Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê ya ku bi berf, daristana darên maziyê û pîstên xweşiqitandinê ve bi nav û deng e û di dawiya meha adarê de jî welatî ji bo xweşiqitandinê diçin wir.
Li herêmê germahiya hewayê derketiye 5 pileyi û qalindahiya berfê jî 25 santêm e. Hezkiriyên xweşiqitandinê ji hemû herêmên welêt tên Cibiltepeyê û kêfa berf û xweşiqitandinê derdixin.
Midûrê giştî yê otêlekê Bulent Okay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di dawiya meha adarê de jî kêfa xweşiqitandinê didome.
Okay destnîşan kir ku vê gavê bi tenê li pîstên bi hejmara 2, 3 û 4an welatî xwe dişiqitînin û wiha got: "Navenda me niha ji bo hezkiriyên xweşiqitandinê yên ku ji der û dorên bajêr û herêmên welêt tên re vekirî ye, otêlên me ji sedî 40 tijî ne. Êdî em hatin dawiya sezona xwejiqitandinê û ev jî tiştekî normal e. Heta ku berf bi tevahî bihele xebatên me yê bidomin."
Evra Kaynaka ku ji bo xweşiqitandinê ji Stenbolê hatiye navendê diyar kir ku li pîstan zêde kes tune û wiha axivî: "Pîst ji me re man. Heke li pîstê hinek cemed jî tunebûya yê hê ji xweş bûya. Pîstên vira zehf rind in. Bi ya min tu cihekî motanî Sarîqamîşê nîne."