Abdullah Tel
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2019
ERZURUM
Di van salên dawîn da li herêma Rojhilatê Anadoluyê di qada tûrîzma zivistanê da pêşketin zêde ye û bi tetîla nîvê salê va jî herêm niha mazûvaniya tûrîstan dike.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê zivistan zêde diajo û berf jî zêde li erdê dimîne. Ji ber van taybetiyan jî li herêmê navendên kaşûnê yên gorî standardên dinyayê ne hatine çêkirin û di qada tûrîzmê da tên emilandin.
Berf û hewaya sar a ku demekî ji bo şêniyên herêmê bi tenê wek zehmetî dihat binavkirin piştî avakirina tesîsan û pêşketinê tûrîzmê wek deriyê debarê tê hesibandin.
Navendên kaşûnê yên Konakli û Palandoken a li Erziromê, Cibiltepeya li Sariqamişê, Ergana li Erzincanê, Kupkirana li Agiriyê, Ovacika li Tunceliyê û Yanlizçama li Erdexanê hatine vekirin tûrîstên xwemalî û biyanî diezimînin.
Tûrîstên ji Îranê bigir heta Rûsya, Polonya, Gurcistan, welatên Ewropayê û gelek welatên din ên dinyayê tên navendên kaşûnê yên li herêma Rojhilatê Anadoluyê kêf dikin û esnafên li herêmê jî bi hatina wan dilxweş dibin.
- Ji bo kaşûnê şev û roj ferq nake
Li piraniya navendên kaşûnê yên herêmê hatine çêkirin ji ber ronîkirinê ji bilî rojê bişev jî kaşûn mimkune û kesên dixwazin bi şev û roj li navendan ji kaşûnê mehrûm namînin.
Her navendeke kaşûnê ya li herêmê bi taybetiyeke xwe derdikeve pêş lewra Palandoken û Konakli êdî pir hindik li herêmê tên zanîn, Cibiltepe bi qelîteya berfa xwe û daristana dor û bera xwe, navenda kaşûnê ya Erganê bi sirûşt û Gola Ardiçliyê, Kupkiran û Ovacik bi tûrîstên xwemalî û navenda Yalnizçamê jî bi derfetên bişev pêşkeş dike, balê dikşînin.
Welatiyên berê xwe dane navendên kaşûnê bi malbatên xwe ra têra dilê xwe kêfa snowboard û kaşûnê dikin.