Fatih Gazioğlu
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
MALATYA
Darendeya navçeya Meletyeyê ya ku wekî navenda turîzma bawerî û siruştê jî tê zanîn bi dîrok û siruşta xwe payîzan jî balê dikşîne.
Darendeya navçeya Meletyeyê her çar demsalan jî bir siruştiya xwe delal bala welatiyan dikşîne. Mêvanên tên Darendeyê li Kuliyeya Somuncu Baba îbadetê xwe dikin û li baxçeytên qeysiyan digerin.
Qaymeqamê Darendeyê Enver Hakan Zengînce daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku navçeya wan li Anadoluyê di turîzma bawerî û siruştê de cihekî navendî ye. Zengînce got ku her sal nêzî 500 hezar kes Darendeyê ziyaret dikin û wiha axivî:
"Darende di navbera rojhilat û rojavayê de deriyek e. Mêvanên me li navçeyê Kuliyeya Somuncu Babayê ziyaret dikin û li vê derê îbadetê xwe dikin. Darendeya me payîzan jî gelekî xweş e. Ji bilî vê kanyona me ya Tohmayê û avgura me ya Gurpinarê jî gelekî navdar e. Mêvanên me van deran digerin û piştra jî diçin bexçeyên qeyîsiyan. Ez hemû turîstan ji bo dîtina vê siruşta xweş dewetî Darendeyê dikim."