Haydar Şahin
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
MUŞ
Li Kepeneka gundê Mûşê dest pê kirin şêliman derdixin.
Li tevahiyê Mûşê bi tenê li gundê Kepenekê şêliman datînin û piştî derxistinê jî difroşin navenda bajêr, navçeyan û bajarên li der û dorê.
Ferhat Saysalê cotkarê şêliman di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji bo aboriya gund şêlim zehf girîng e.
Saysal destnîşan kir ku gundiyên wan bi heywandarî û cotkariyê nanê xwe bi dest dixin û bi tenê li gundê Kepenekê cotkariya şêliman dikin û wiha pê da çû:
"Em her sal wek dexl û denê cara duduyan şêliman diavêjin zeviyên xwe. Bi taybetî piştî çinîna genim û komkirina xiyaran em şêliman diavêjin zeviyên xwe. Em ber û bereketeke baş ji şêliman qezenc dikin. Gelek gundiyên me bi şêliman nanê xwe bi dest dixin. Qîzên xama yên ku şêliman derdixin, dibin wan difroşin û pê cihêzên xwe dikin."
Saysal got di cotkariya şêliman da tengasiya herî mezin dîtina bazarê ye û wiha axivî:
"Ev bi salan e gelek cotkarên gundê me wek dexl û denê cara duduyan bêyî piştgirî şêliman datînin zeviyên xwe. Ji bo gundê me tiştekê taybet e lewra li ciyekê din hêşin nabe. Ber û bereketa wê zehf zêde ye lêbelê em tengasiya bazarê dikişînin. Çaxê bê xwestin em bi kamyonan dişînin her ciyî."