MALATYA
Kesekî ku li navçeya Darendeya Malatyayê li ser erseya xwe ya ku xeta fîber optîk di ser re derbas dibe, dest bi çêkirina xanî kir û mecbûr ma ku di nav dîwarên înşeatê de kabloyan bihêle.
Esnaf Mehmet Alî Çetînê ku li Darendeyê dijî, ji bo ku li ser erseya xwe ya li Taxa Zaviyeyê xaniyekî du qatî çêke dest bi xebatan kir. Çetîn ji ber ku li ser erseya wî xeta fîber optîk derbas dibe serî li Turk Telekomê da ku xetê bikêşin derveyî ersaya wî.
Hewldanên Çetîn bê encam man û Çetîn dest bi înşeatê kir. Di înşeatê de karên mezin qediyan û ji bo xeta fîber optîk di dîwaran de li cihên ku xet tê re derbas dibe de valahî hiştin. Xeta ku di nav înşeatê de ma, bala kesên ku dibîne dikşîne.
Çetîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir xeta ku ragihandina Taxa Hacilarê pêk tîne ji erseya wî re derbas dibe û wiha got: "Beriya ku înşeatê bidim destpêkirin min çend caran serî li Telekomê da û diyar kir ku xeta ji erseya min re derbas dibe dê ji bo xebatan astengî derxîne û min xwest ku xet bê rakirin. Min ji serîlêdanên xwe tu encam negirtin."
Çetîn got ji ber ku maweya ruhsata înşeatê dê xilas bûya mecbûr ma ku dest bi çêkirina xanî bike. Çetîn wiha got: "Xeta ku di nav înşeatê de ma ji me re astengiyan derdixîne. Ez ê çend meh bi şûn de derbasî mala xwe bibim, lê wê çaxê ez ê vê xeta telefonê çi bikim, nizanim. Em dema ku derbasî mala xwe ya nû bibin, an em ê xetê bibirin an jî em ê di nav malê de wekî şirîta cilan bi kar bînin."
Midûrê Bajêr yê Malatyayê yê Turk Telekomê Ebûbekîr Ûnver jî diyar kir ku xeta ji erseyê re dibore xeta fîber optîk e û wiha got: "Barkirina vê xetê li gor xetên din hinekî dijwartir e. Ji ber vê yekê di guherandina cihê wê de dereng ketin. Ev xet peywendiyên di navbera santralan de dike û wek yêdeka xeta li Hekîmhan û Kûlûncakê hatiye plankirin. Em ê hefteya ku bê vê xetê ji înşeatê derxînin."