Türkan Tosun
31 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 01 Tebax 2019
Li Agiriyê conegayê bi navê "Aslan" yê tonek e û cisnê wî sîmental e ji bo ku bi 19 hezar lireyan bê firotan li bazara heywanan benda kirînê ye.
Beriya Eyda Qurbanê li bajêr bazara heywanan hêdî hêdî zindî dibe û firotina heywanan dest pê dike.
Kesên di nav salê da bi kedeke mezin li zozanan heywanên xwe xwedî kirin niha ji bo ku heywan bên firotin hewl didin.
Di bazara heywanan da heywanê herî mezin conegayê bi navê "Aslan" e. Aslan tonek e, cisnê wî jî sîmental e û bihayê wî jî 19 hezar lire ye.
Davut Turanê heywanan xwedî dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wan biharê û havînê li zozanan heywanên xwe dane çêrandin û wiha dewam kir: "50 heb moziyên me yên cisnê wan sîmental in hene. Em her roj 5 heban tînin bazara heywanan ku ew bên firotan. Niha li bazarê heywanê herî mezin yê me ye. Giraniya wî tonek e û me ji bihayê wî ra got 19 hezar lire. Me heywanên xwe li gundê Balolukê xwedî kir. Em benda mişteriyên xwe ne. Biha îsal pir baş in. Heke em mişteriyan bibînin emê qurbaniya xwe ya yek tonî bifroşin."