Önder Beyter
31 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 02 Tebax 2019
Xelkê Sariqamîşa navçeya Qersê Medenî Erol ku kamyona xwe ya 1972 model vegerand loqanteya masiyan, di atmosfereke nostaljîk da xizmetê dide mişteriyên xwe.
Kamyona kevn a ku kargerê Sariqamişî Medenî Erol li kêleka rêya Qers-Erziromê vegerand loqanteya masiyan, bala turîstên xwemalî û biyanî dikişîne.
Zivistanê turîstên biyanî ku tên Navenda Kaşûnê Cibiltepeyê, havînê jî xelkê deverê vê loqanteya ku di nava daristana darên çamê da atmosfereke nostaljîk radixe ber wan, tercih dikin.

Karger Medenî Erol di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, wî kamyona xwe ya 1972 model ku berê kirîbû, bi daran verast kir û vegerand loqanteya masiyan.
Medenî diyar kir ku ew di tesîsa gola çêkirî da masiyan xwedî dikin û ji ber vê qasê, wî li biniya navçeyê li kêleka rê dest bi xizmeteke bi vî rengî kir û wiha dewam kir:"Em li biniya rê di Ava Keklîkê da masiyan xwedî dikin. Em masiyên ku li vê derê hildiberînin, rojane tînin û ji bo welatiyan dipêjin. Welatî û turîst tehma masiyan diecibînin û herwiha kêfa wan bi kamyona me ra jî tê."

Mişterî Hasan Cellat jî diyar kir ku xwarina di nava daristanê û ciyekî nostaljîk, mirovan kêfxweş dike.
Cellat bal kişand ku hem hawirdor û hem jî tehma masiyan xweş e.