Haydar Şahin
11 Hezîran 2020•Rojanekirin: 12 Hezîran 2020
Li Wanê gundiyan 3 cêwrikên guran li daristanê dîtibûn û hatibû tesbîtkirin ku maka wan hişk bûye li ser vê hersê cêwrik teslîmî Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî kirin.
Li vê derê kontrola cêwrikan hat kirin û paşê jî anîn Baxçeyê Heywanan ê Gazîentabê.
Celal Ozsoylerê Serokê Daîreya Xizmetên Cotkariyê û Parastina Jiyana Tebiî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê der barê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 2 cêwrik dêlegur in yek jî kop e.
Ozsoyler destnîşan kir ku rewşa cêwrikan rind e û wiha pê da çû:
"Dema cêwrikên guran hatin vê derê me pêşiyê kontrola tenduristiya wana kir, rontgenên wan kişandin. Şikur rewşa wan baş e. Tiştên lazim dikin hatin kirin. Nika ew ê 21 rojî di qefesên karantînayê da bimînin. Em wan bi şîr û mamayê xweyî dikin. Em ê paşê wan hînî goşt bikin û derxin herêma ku ziyaretvan dibînin."