İbrahim Atmaca
07 Gulan 2019•Rojanekirin: 12 Gulan 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê çîçekên girover ên ku biharê vedikin, siruşt xemiland.
Li navçeya Ovacikê ku bi cureyên gîha û endemîk va dewlemend e, bi hatina biharê ra geş bû.
Li texma gundê Konaklarê piştî berfînan çîçekên girover ên binevş jî siruşt xemiland.

Di nav keskahî û bedewiya siruştê da moz û minminîkên ku li ser çîçekên girover datînin, dîmenên xweş derdixin holê.
Ji şêniyên navçeyê Ulaş Gîrgîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Ovacik biharê pir xweş dibe.
Gîrgîn destnîşan kir ku li Ovacikê çîçekên rengîn vedikin û wiha dewam kir, "Navçeya me biharê rengîn bû, her der bûye keskahî. Çîçekên girover jî bi rengê xwe yê binevş va siruşta me dixemilîne."