Önder Beyter
2019 ж. 06 мамыр•Rojanekirin: 2019 ж. 09 мамыр
Laleyên serserkî ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê biharê li çil û çiyayan hêşîn dibin û di nava gel da wekî "bûka digirî" tên tewsîfkirin, gelekî bala hezkiriyên wêneyan dikişînin.
Laleyên serserkî ku di nava gel da wisa tê zanîn, ji ber ku negihîştiye hezkiriya xwe bûka ku digirî temsîl dike û herwiha di baweriya Xirîstiyaniyê da jî sembola çarmixkirina Hezretî Îsa û hêsîrên Hezretî Meryemê ne, li Paloya navçeya dîrokî ya Elezîzê li gundê Bozçanakê li devera ku raqima wê nêzîkî hezar û 800 metre ye diçilwilin.

Guldexwînên ku bi rengên xwe yên sor, qîç û turuncu balê dikişînin, ji ber ku li ciyên asê hêşîn dibin, destê merivan bi piranî nagihîjê. Ev guldexwîn bala welatiyên herêmê, hezkiriyên wêneyan û xwezahezan dikişînin.
Hezkiriyê wêneyan Mustafa Yilmaz ku wêneya "guldexwînan" kişand, di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku navçeya qedîm Palo ji bo wênekêşan bi taybetiyên xwe yên xwezayî û çandî derdikeve pêş.

Yilmaz diyar kir, ji ber ku emrê laleyên serserkî ku kulîlkeke taybet a Anadoluyê ye, kurt e, ji bo kişandina wêneyên wan jî wextekî dirêj li ber mirov tuneye û wiha dewam kir, "Ev der ciyekî bilind û asê ye. Gelekî zehmet e ku mirov derkeve ciyê ku guldexwîn lê hene, lêbelê kişandina wêneyên wan jî ewqas xweş e û kêfê dide mirov."
Xeml û çilwilîna guldexwînan qedera 15 rojan dewam dike.