ŞANLIÛRFA
Qeymeqamtiya Sîverekê di çarçoveya kampanyaya bi navê "Sîverek Dixwîne" de darên di parqekê de bi pirtûkan xemiland.
Qeymeqamtî ji bo ku xwendinê bi zarokan bide hezkirin û ev xwendin ji bo wan bibe kurm dest bi xebatekê kiribû. Kampanyayeke bi navê "Sîverek Dixwîne" amade kiribû. Di çarçoveya vê kampanyayê de darên parqeke ku li taxa Kanlikûyû yê nêzî dibistanê ye bi pirtûkan ve hatin xemilandin. Pîrtûkên roman û çîrokan bi daran ve hatin daliqandin û hin pirtûk jî li ser şînkahiya parkê hatin belavkirin.
Xwendekarên ku pirtûk bi daran ve dalqandî dîtin li hember vê rewşê şaş û metel man. Xwendekaran pirtûk hildan û ber bi dibistana xwe ve çûn.
Qeymekam Hamza Erkal diyar kir ku welatî ji vê kampanyayê kêfxweş in û xwendekar jî şa ne.