22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
MARDİN
Wezareta Çand û Turîzmê, ji 24 pirtûkxaneyên ku proje û xebatên avakirina wan dan destpêkirin yekê wê li Mêrdînê avabike.
Gelê Mêrdînê ku lê ji bo çêkirina pirtûkxaneyê kampanya hatibû destpêkirin li ser vê xeberê kêfxweş bû.
Ji mamosteyên Wêje û Zimanê Tirkî yê Lîseya Fenê a Dibistanên Fînalê yên li Mêrdînê Mehmet Nûr Esendemîr ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku bajarê qedîm Mêrdînê bi dîroka xwe ya 7 hezar salî ji gelek şaristanan re bûye war.
Esendemîr got ku nebûna pirtûkxaneyê li bajarekî wiha ku dişibe bihişta îlm û çandê, kêmasiyek mezin e, em bi vê biryarê kêfxweş bûn.
Esendemîr wiha axivî: "Ji 24 pirtûkxaneyên wê li bajarên cuda yên Tirkiyeyê bêne çêkirin yek wê li vir were avakirin, em bextewar in."