Fatih Gazioğlu
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2017
KONYA
Li Konyayê qezeya trafîqê çêbû. Di encama qezayê de agir bi wesayîtê ket û 3 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Tirîmbêla ku pîleqeya wê 42 KP 798 bû û şofêrê wê nayê zanîn, li navçeya Selçukluyê di taxê Yazirê li ser Kolana Yeniyê ji rê derket û li darên rexê rê yên ku aliyê refujê bûn xist û paşê jî bi dîreka ceyranê sekînî.
Di vê radêyê da agir berbû tirîmbêlê. Li ser îxbarê tîmên îtfaiyê hatin û agir demekê kin de temirandin.
Di encama qezayê de ajokar, Îbrahîm Tat (24) û Îbrahîm Serîn (32) mirin, Emre Sutçu (23) û Necdet Kunduz jî giran birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş nîne.