Li Antalyayê germahiya hewayê digîhîje 25 pileyan. Tûrîstên xwemalî û yên biyanî xwe diavêjin peravan.
Li gor agahiyên meteorolojiyê li bajêr germahiya hewayê 25 pile ye, germahiya ava behrê jî 22 ye. Payîzê, di meha çiriya paşîn de tûrîstên xwemalî û yên biyanî ji bo ku kêfa behrê derxin diçin plajan. Di plaja Konyaaltiyê de hejmara tûrîstan îro pir zêde bû.
Hin tûrist ketin behrê, hinekan xwe dan ber tavê û hinekan jî li peravê meşiyan.