Paleyên çandiniyê yên ku ji Riha, Mêrdîn, Diyarbekir, Sêrt, Adiyaman û bajarên din tên Çukurovayê ku bixebitin, serê sibê diçin zeviyan û heta êvarê dixebitin.
Di nav karkerên ku firingî, zebeş û petêx ber hev dikin de yên ku rojiyê digrin jî hene.
Karker di bin germahiya ku digihêje 40 pileyî de ji bo 37 lîreyî di zeviyan de dixebitin û rizqê xwe wisa berhev dikin.
Hidir Aykanê xwendekarê lîseyê ji nûçegihanê AAyê re got ku ji ber ku wî li bajarê xwe kar nedîtiye hatiye Edeneyê û wiha axivî: "Di bin tavê de, di bin germahiya ku derdikeve 40 pîleyî de xebat pir zor e. Em ji bo rizqê xwe, ji bo nanê xwe dixebitin. Hin hevalên me li ber xwe nedan, lê hinek rojiyên xwe digrin. Em rojiya xwe jî digrin, îbadetên xwe jî dikin."
Hatice û Emîne Çîftçiyê jî gotin ku ew rojiyên xwe digrin, lê di vê germê de sibê heta êvarê xebat gelekî zehmet e.
Hin karkerên ku rojiyê digrin ji ber germê nikarin li ber xwe bidin û ji wan hinek ji xwe ve diçin.