03 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
UŞAK
Li Uşakê dîkê cisnê wî Ayam Ketawa ye û wek "dîkê dikene" tê binavkirin, bi dengê derdixe însanan dikenîne.
Davut Çetinê (40) li Kirka gundê Uşakê mirîşên taybet xwedî dike û di heman demê da Alîkarê Serokê Komeleya Dîk û Mirîşkan a Uşakê ye, der barê dîkê xwe da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Çetin diyar kir ji zarokatiya xwe va mirîşkên taybet xwedî dike û got 12 sal in jî bi profesyonelî vî karî dike.
Davut Çetin destnîşan kir li çêwlika wî di 70 qefesan da 27 cure û ji 400î zêdetir mirîşk hene û wiha got: "Min demek berê ji Hollandayê dîkekî jê ra dibêjin Ayam Ketawa anî. Cisnê dîk di rastiyê da Endonezya ye û wek 'dîkê dikene' tê binavkirin."
Çetin destnîşan kir dema deng derdixe dengê dîk wekî ken e û wiha got: "4-5 sal in ji bo dîk bînim hewl didim. Me herî dawîn li Hollandayê dît. Min niha 40 cucik anîne."
Çetin diyar kir ev dîk dema mezin dibin zêdetir deng derdixin û wiha got: "Ji gelek ciyên Tirkiyeyê ji bo dîtina dîk tên. Ji bo dîkê 8 mehî û 4 mirîşkên wê 15 hezar lire teklif dan, lê naxwazim bifiroşim."