Li Endonezyayê kobrayên Javayê wek derman tên emilandin.
03 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
Jakarta Raya
CAKARTA
Li Endonezyayê kobrayên Javayê wek derman tên emilandin.
Li Mangga Besar li rojavayê Cakartayê êvarê dezgahên marên kobrayê datînin.
Hin kes xwîna maran a tevlî giyayan kirine wek şirûb dikirin û hin kes jî goştê maran ê pijandî dixwin.
Li gor baweriya xelkê xwîn û goştê maran ji bo reaksiyonên alerjîk baş e û metabolizmayê xurt dike.
Marên kobrayê ji bo dermanê çerm, afrodizyak, egzama û nexweşînên din tê emilandin.
Mba Anîsaya newxeşînên alerjîk pê ra heye û her dem şirûba ji xwîna mar dikire daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Xwîna kobrayê Avayê ji bo nexweşîna min a alerjîk baş e. Di çanda Endonezyayê da ev heye û wek mayîn kîmyasal tê da tuneye. Loma ez vê tercih dikim."
Liba kobrayan bi 5 dolarî tên firotin û ji çermê maran jî cizdan û kember tên çêkirin.