Haydar Şahin
11 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2019
BÎNGOL
Li Bingolê ji ber berfa ku barî rêya hin gundên li ser navendê û yên Kaliovayê hat girtin. 6 kesên li wan gundên rêya wan hatibûn girtin nexweş ketin bi destê ekîbên AFAD, UMKE û Serwêsa Acil a 112ê rakirin nexweşxaneyan.
Berfa ku Tirkiye hilda tesîra xwe li Bingolê jî welatî di tengasiyê da hiştin.
Dema ekîbên paqijkirina berfê rêyên girtî vedikin di heman demê da li gor îxbaran dixebitin ku nexweşan jî rakin nexweşxaneyan.
Di vê çarçoveyê da li Bîngolê di 24 saetên dawîn da bi destê ekîbên AFAD, UKME û Serwêsa Acil a 112ê 6 nexweş rakirin nexweşxaneyan.
Li ser îxbara hat Navenda Kontrola Fermandariya Acil a 112ê ya Midûriyeta Tenduristiya Bajêr ekîban Fatîme Kaçara 75 salî ya li Karlicaya gundê Karliovayê dijî, Ahmet Asyiliyê 54 salî yê li goma gundê Yîgîtliyê dijî, Çîmen Altaşa (21) ducanî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê.
AFADê û ekîbên tenduristiyê ji Kadrana goma Kurudereya gundê li ser navendê, ji Şahalana goma Çavuşlarê û ji Hawara goma Gokçeliyê jî 3 kesên nexweş ketibûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê.