Haydar Şahin
11 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2019
ARDAHAN
Zivistanê rûyê Gola Çildirê ya duyemîn gola herî mezin a Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi tevahî dicemide, sezona geştûgera bi xizangên hespan ya li ser golê dest pê kir.
Kesên ku ziyaretvanan bi xizangên hespan li ser golê digerînin demeke dirêj ji bo rêya xwe ya gerê tesbît bikin xebitîn û ciyên cemeda wan qalind in ji xwe ra wekî rê bijartin û dest bi sezonê kirin. Di nav van 2 rojên dawîn da xwediyê xizangan ji ber berfa ku dibare gelekî tengasiyê dikişînin.
Îlîmdar Senemê xwediyê restoranteke li herêmê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku sezona xizangên hespan dest pê kir û wiha axivî: "Kesên ku ji nika pê va werin, ew ê masiya zer a Gola Çildirê tehm bikin û bi xizanga hespê li ser golê bigerin. Ez bangî her kesî dikim ku bira werin û kêfa vê gerê derxin."
Reîs Topkayayê xwediyê xizanga hespê jî got êdî dikarin bi rihetî li ser Gola Çildirê bigerin û wiha axivî: "Em bangî turîstên xwecî û biyanî dikin ku bira werin vê derê. Bi qalkirinê meriv kêfa Gola Çildirê fehm nake. Dibê werin û bibînin û li ser golê bigerin."
Hin welatiyên hatin herêmê bi xizangên hespan geriyan û têra dilê xwe wêne kişandin.