Ahmet Aydın
26 Gulan 2019•Rojanekirin: 28 Gulan 2019
Şelaleya Pargasorê ya li Yayladeraya navçeya Bîngolê, ji aliyê siruşthezan ve eleqeyeke mezin dibîne.

Piştî operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê dijî rêxistina terorê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, herêma ku gihişt aramiyê bi bedewiya siruşta xwe bala werzişvanên siruştê fotografhezan dikişîne. Şelaleya li çolwara gundê Pargasorê (Kalkanli) bi dîmena xwe ya xweş geştiyaran radikêşe.

Şelaleya ku bi qasî 30 metroyan ji bilindiyê ve diherike herwiha rengawrengiya siruştê ji bo fotogiran dibe wargeheke dilxweşiyê.

Endamê Meclisa Şaredariya Yayladereyê Mîthat Ertan destnîşan kir ku ji derveyê navçeyê ve kes Şelaleya Pargasorê nas nake û wiha got, "Cihekî gelekî xweş, geştiyarên têne vêderê seyranê û fotoyan digirin. Em dixwazin ev herêmê ji geştiyariyê bibe navendek. Ev der gencîneyek veşartî ye ku li hêviya keşifkirinê ye."