İbrahim Atmaca
27 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Li Tunceliyê derbiharê guldexûn dema ku berfa serê çil û çiyan dihele, dertên û merivan hejmetkar dihêlin.
Li Tunceliyê 18 jê endemîk, ji hezar û 600î zêdetir cureyên nebatan hene.

Li deverên çiyayî yên navend û navçeyên Ovacik û Çemîşgezekê guldexûn di meha gulanê da vedikin û 15-20 roj emrê wan hene.
Kulûba Çiyagerî û Sporê ya Dersimê û fîrmayeke turîzmê çalakî li dar xist û 105 kesên ku siruştê hez dikin beşdar bûn. Ev 105 kes ji bo ku dîmena guldexûnan bikşînin, nêzî saetekê meşiyan û wêne û dîmenên guldenûnan kişandin.

Nejla Yeter ji bo ku guldexûnan bibîne ji Elezîzê beşdarî çalakiyê bû û got ku ew siruşta Tunceliyê pir diecibîne, wexta firsenda wê çêbe bajêr ziyaret dike. Yeterê diyar kir ku guldexûn nebateke bêhempa ye û wiha dewam kir, "Barike xemla herî xweşik a van çiyayan ev guldexûn in. Divê her kes were bibîne."
Stefan Martnesê Kanadayî jî got ku ew û jina xwe ji bo betlaneyê hatin Tunceliyê.
Martnes diyar kir, ji bo ku guldexûnan bibîne ew jî beşdarî meşê bûn û wiha dewam kir, "Ez carekî çûm Hekariyê, lê min wê demê jî nedît. Lêbelê min vê carê dît û ez pir kêfxweş bûm."
Martnes destnîşan kir ku Tuncelî ji bo turîzma qeraxan alternatîf e.