Girava Axtamarê ya ku li Wanê di nav cihên dîrokî û turîstik de ye û ji hêla bi hezaran turîstan ve her sal tê ziyaretkirin, bi kulîlkan xemilî. Bi hatina biharê ve him Girava Axtamarê û him jî Dêra Ermeniyan rengîntir û xweşiktir xuya dike. Zivistanê girav di bin berfê de ye û dîmên spî li giravê tên kişandin. Lê niha darên bihîvan kulîlk didin û berfa li ser çiyayê Artosê jî hê neheliya ye. Di biharê de him bi şînayîya Gola Wanê û him jî kulîlkên rengîn ve girav bala mirovan dikşîne.