Ji serê hefteyê vir ve li Stenbolê hewa gelek sar e û berf dibare. Lê hin kes guh nadin berf û sermayê di behrê de avjeniyê dikin.
Sadik Çakmak, Mehmet Işık û Hasan Guzel her sê heval ji xwe re dibêjin em "Fatihên Sarayburnuyê" ne.
Sê heval ewil kincên xwe derxistin û hinekî reviyan ku germ bibin. Pişt re ketin behrê û avjenî kirin.
Sadik Çakmak wiha axivî: "Ez 60 salî me û ji zarokatiya xwe vir ve avjeniyê dikim. Ez û hevalên xwe her roj tên Sarayburnuyê werzîşê dikin û digerin. Em havîn û zivistan dikevin behrê û avjeniyê dikin."
Piştî avjeniyê sê hevalan xwarin dan pisîk û qaqlîbazan.