Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê dewam dike û hewaya herî sar di bin sifirê de 10 pileyî ve li Erdexan û Ezircanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitendin, herêm di tesîra hulmegura nizm a Îzlandayê de ye û li herêmê barîna berfê dewam dike.
Li herêma ku lê berf dibare rê cemidîn û ajokar di tengasiyê de man.
Ekîbên şaredarî, îdareya taybet û rêbejayê xebatên xwe yên paqijkirina berfê û xoykirina rêyan didomînin.
Li herêmê bişev germahiya hewayê li Erdexan û Ezircanê di bin sifirêda 10, li Agiriyê di bin sifirêda 9, li Qersê di bin sifirêda 8, li Ezircan û Bidlîsê di bin sifirê de 6, li Mûş û Hekariyê 4, li Îdirê di bin sifirê de 1 û li Wanê jî di bin sifirê de 3 pile hat pîvandin.
Wer tê texmînkirin ku biroj germahiya hewayê li Wanê 1, li Îdirê 4, li Ezircan û Hekariyê di bin sifirê de 1, li Mûş û Bidlîsê di bin sifirê de 2, li Erdexanê di bin sifirê de 3, li Agiriyê di bin sifirê de 4, li Îdirê di bin sifirê de 5, li Erzirom û Qersê di bin sifirê de 6 pile be.
Li bendê ne ku germahiya hewayê yê ji sibê şûnda di navbera 7 û 10 pileyan de dakeve.
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 155, li Hekariyê 32, li Çiyayê Kopê 51, li Erdexan û Ezircanê 24, li Erziromê 22, li Agiriyê 20, li Mûşê 13, li Qersê 6 santêm hat pîvandin.