Serokê Heyva Sor a Tirk Ahmet Lutfî Akar daxuyanî da nûçegihana AAyê û diyar kir ku Heyva Sor a Tirk îsal pêwîstiya dewletê ya ji bo xwînê çareser kiriye û li nav welêt û derveyî welêt jî midaxeleyî bûyerên afatê kiriye.
Akar destnîşan kir ku li 9 herêman 24 navendên herêmî yên rêvebiriya afatê hene û bi rêya navendên rêvebiriya afetê ve ku girêdayî Midûriyeta Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî ne li tevahiya welêt, mezin û biçûk midaxeleyî 114 afatan kirine. Akar diyar kir ku ji bilî vê jî li 11 dewletan operasyonên alîkariyê pêk anîne.
Akar qal kir ku li Tirkiyeyê li 10 bajaran navendên penaberan hene û li vir xizmetê didin 203 hezar û 766 penaberên sûriyeyî.
Akar diyar kir ku li Filipinê piştî bagerê Tirkiyeyê 424 çadir, 5 hezar û 125 betaniye û 550 amûrên mitbexê şandin herêmê.
Akar destnîşan kir ku li Somaliyê piştî xelayê xebatên alîkariyê dane destpêkirin û 34 ton melzemeyên alîkariyê şandine.
Akar bal kişand ku li Arakanê piştî şerê di navbera misilman û bûdîstan de li Bangladeşê jî xebatên alîkariyê dom kirine. Li Myanmarê jî melzemeyên xwarin û paqijiyê yên ku hatine berhevkirin gihiştiye destê 298 hezar û 460 kesî.
Akar got ku di vê çarçoveyê de li Myanmar û Bangladeşê ji bo 540 hezar kesî operasyonên alîkariyê kirine.
Akar diyar kir ku li Qampa Penaberên Afgan a Harîpûrê ku li Pakistanê ye 666 qoliyên xwarinê teslîmî xwediyên wan kirine.
Akar bi bîr xist ku di navera Banqeya Pêşketinê ya Îslamê û Delegasyona Xezzeyê ya Heyva Sor de li ser projeya bidestxistina amûrên teknîkî yên Nexweşxaneya Şûheda El-Eqsayê peyman hatiye îmzekirin.
Akar diyar kir ku Heyva Sor a Tirk li Karadaxê jî 2 hezar û 100 qoliyên alîkariyê belav kiriye û bi tevahî jî alîkarî dane 11 hezar kesî.