01 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
ANKARA
Welatiyên ku berê li herêma Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dijiyan lê ji ber terorê malên xwe terk kirin, niha li bajarên mezin di nav rewşeke nebaş de dijîn.
Malbatên ku li gundên xwe heywandarî û çandinî dikirin piştî demekî mecbur man ku ji gundên xwe koç bikin û herin bajaran. Ji wan malbatan yek jî malbata Adiyamanê ye.
Malbata Adiyamanê ya ku 7 nifûs in, 15 sal berê li Enqereyê bicih bûne û dibêjin ku heke rewş aram bibe ew dixwazin vegerin gundê xwe yê li Hekariyê.
- "Teror xilas bibe ez ê heman vegerim"
Îbrahim Adiyaman ji nûçegihanê AAyê re got ku li gund 500 pezê wî û zeviyên wî hebûn û wiha axivî: "Ji ber terorê me 15 sal berê terka Hekariyê kir. Ji ber ku mehaneya min a kêmane têrê nake, ez bişev jî li kuçeyan kaxizan berhev dikim. Mala me kirê ye û 5 zarokên min jî dixwînin. Ji ber ku min nexwend ez wan didim xwendinê û li ber xwe didim. Heke teror xilas bibe, ez keliyekî jî li vir namînim, ez ê vegerim. Li Hekariyê erdê me û heywanên me hebûn û me debara xwe birehetî dikir. Em dixwazin ku bûyerên terorê di demeke kin de xilas bibe. Em hêvî dikin ku herêma me bi aştî û biratiyê ve bê bibîranîn."
- Ji bo 50 lîre her roj 20 kîlometre rê dimeşe
Yasîn Duhê ku ji Diyarbekirê koçî Enqereyê kiriye jî ji bo ku rojê 50 lîre qezenc bike, her roj 20 kîlomêtro dimeşe.
Duh got ku malbata wî li Diyarbekirê dijî û wiha axivî: "Ez zarokê herî mezin ê malbatê me. Ji bo ku debara wan bikim ez mecburim bixebitim. Ji bo ku xwîşk û birayên min bixwînin ez li vir kaxizan berhev dikim. Biroj jî karên cuda dikim. Heke em nexebitin, em nikarin debara xwe bikin. Her roj dema roj diçe ava em derdikevin rê û kaxizan berhev dikin. Ji bo vî karî jî em her roj 20 kîlomêtro dimeşin."