Türkan Tosun
02 Adar 2016•Rojanekirin: 07 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Qulpa navçeya Diyarbekirê û gelek gundan ji ber ku hewa li gor demsalê germ e, îsal darên behîvan zû kulîlk vedan.
Welatiyan gotin ku dara zû kulîlk vedan û ew hêvî dikin ku ev kulîlk bibin sedema bereketê.
Welatîyê bi navê Alî Yidiz wiha got: "Her sal di meha adarê piştî 15ê adarê darên behîvan kulîlk vedidan. Îsal hewa germ e û ji ber vê darên behîvan zû kulîlk vedan. Heke cemed çênebe wê bibe saleke bibereket."
Kulîlkvedana darên behîvan sembola biharê ye. Moz jî li ser kulîlkan datînin.