01 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Adar 2016
BURSA
Bavê Nura Elaleviyê 4 sal berê li Sûriyê di mala xwe da ji ber bombeyê miriye. Nura jî ji ber bombeyeke din ji rûyê xwe birîndar bûye. Piştî wê hingê malbata Elaleviyê koçî Tirkiyê dike û li vir dijîn.
Diya wê Cumana Elalevî, xwişka wê ya Yasemîn Elalevî û pîrika wê ya Huda Elgadî bi hev ra li taxa Yedîselvîlera Osmangaziya navçeya Bursayê di xaniyê neqanûnî da dijîn. Nurayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan li welatê xwe piştî rojên belengaziyê di 2014an da koçî Tirkiyê kir.
Elaleviyê diyar kir, dema ku bavê wê mir, ew sê salî bû û nayê bîra wê û wiha dewam kir:
"Em li Heleba bajarê Sûriyê diman. Du caran bombe li mala me ket. Ya ewil di sala 2012an da bû, wê demê bavê min di vê êrîşê da mir. Salek piştî wê dîsa mala me bombebaran kirin. Ez 4 salî bûm û wê wextê ez tenê li malê bûm. Diya min xwişka min a piçûk û pîrika min li derva bûn. Ez ji çavê xwe yê çepê birîndar bûm. Ez li wê derê tedawî bûm, lê dexma wê hê li ser rûyê min heye. Piştî ku bavê min mir, me belengaziyeke mezin kişand. Diya min wan rojan bîr nake. Mala me piştî bombebarana duyem xerab bû. Em li derva man."
Elaleviyê got ku diya wê li Bursayê di atolyeyekê da dixebite, diya wê hem dêtiyê hem bavtiyê dike.
Elaleviyê got ku wan xaniyekî neqanûnî kirê kiriye û tê de dijîn û wiha dewam kir: "Ez jî diçim dibistanê. Diçim pola duyemîn, tirkî hîn dibim. Ez bîra bavê xwe, hevalên xwe yên li Sûriyê dikim. Ez meraq dikim ku hevalên min ên Sûriyê ka bê çi dikin. Mala me xerab bû. Ez li vê derê hînî hevalên xwe dibim. Ez dibistan û mamosteyê xwe pir hez dikim."