15 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
HAKKARÎ
Heta niha ji Yuksekovaya ku lê qedexeya derketina derve heye 908 malbatan koç kir.
Midûrê Bajêr ê Hekariyê yê Polîtîkayên Civakî û Malbatê Akîf Bîldîrîcî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku hewl didin ku bigihên malbatên mecbûr man ku ji Yuksekovayê koç bikin û hewcedariyên wan tespît bikin.
Bîldîrîcî da zanîn ku ji bo malbatan xebatên psîkososyal jî tên kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Me der barê malbatên ku koç kirin de planeke xebatê ya berfireh amade kir. Li gor vê yekê me ekîbên piştgiriyê yên ku ji 29 elemanên pîşeyî yên wekî xebatkarekî civakî, psîkolog, sosyolog û mamosteyan pêk tê ava kir. Ekîbên me yên pispor bi malbatan re hevdîtin kir û piştgiriya psîkososyal dan wan û bi vî awayî hewcedariyên wan hatin tespîtkirin. 558 malbatên ku ji Yuksekovayê koçî bajarê me kirin serî li me dan. Em gihaştin 320 malbatan, analîzên hewcedariyên wan hatin kirin. Agahiyên der barê 350 malbatên hat tespîtkirin ku koçî bajarê Wanê kirine, şandin Midûriya Bajêr a Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Wanê û hat xwestin ku arîkariyên hewcedar bên kirin."
Di daxuyaniyê de Bîldîrîcî destnîşan kir ku li gor analîzên hewcedariyê di çarçoveya piştgiriya aborî de 60 hezar û 750 lîre arîkarî dan 28 malbatan û ev gotin:
"Der heqê 167 malbatan de raporên lêkolînê hatin amadekirin û di nav vê mehê de dê 250 hezar lîre arîkarî bê dayîn. Weqfa ma ya Piştevanî û Arîkariya Civakî 128 hezar û 400 lîre arîkariya kirê da 275 malbatan. Agahiyên 17 malbatan şandin Midûriya Tenduristiya Gel û teqîbên tenduristiya wan hat kirin. Zarokên 35 malbatan ên ku perwerdeya wan berdewam dikir şandin Midûriya Perwerdeya Neteweyî. 4 nexweşên jin ên ku li navçeya me ya Yuksekovayê rûdinin, dermankirina wan xilas bû lê cihê ku ew biçinê tune û zarokên wan ji aliyê saziya me ve hatin qebûlkirin û hewcedariya wan a cihê mayînê hat pêkanîn. Midûriya me ya Bajêr piştgiriya psîkososyal da hezar û 700 kesên ku koç kirin."
Bîldîrîcî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji Şirnex û Cizîra ku lê operasyonên terorê hene jî 9 malbatan koçî Hekariyê kir, hewcedariyên van malbatan jî hatin diyarkirin û piştgiriya kirê dane wan jî.