28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
DIYARBAKIR
Li Sura navçeya Diyarbekirê teqemeniya ku endamên PKKya rêxistina terorê kiribûn kuçeyê teqiya û ji ber teqînê 5 zarok birîndar bûn.
Li gor agahiyan li kuçeya Eskî Yogurt Pazari teqemeniya ku endamên PKKya rêxistina terorê kiribûn kuçeyê teqiya û ji ber teqînê S.K. (15), A.K. (10), M.T.A. (11), Y.T. (13) Û Ş.S. (16) birîndar bûn.
Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyûbî. Hat destnîşankirin ku piştî midaxeleyê M.T.A. û Y.T. sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dicleyê kirin.
Der barê bûyerê da lêpirsîn dewam dike.