Türkan Tosun
04 Tebax 2019•Rojanekirin: 06 Tebax 2019
Li Edeneyê ji ber germa zêde û nemê kuçe û kolan xalî man.
Li bajêr germahiya hewayê 33 pile, rêjeya nemê jî ji sedî 60 e.
Germahiya zêde û nem tesîrê li ser jiyana welatiyan dike.
Li kuçe û kolanan kes namîne, yek du kesên derketine derva jî li cihên sî bêhna xwe didin.
Kesên dixwazin hênik bibin diçin parkên avê ku bêhna xwe bidin.
Heywan jî ji germê aciz in, ji bo ku hênik bibin dikevin hewzên li bajêr.