Haydar Şahin
03 Tebax 2019•Rojanekirin: 06 Tebax 2019
Komeleya Destê Êtîman a Ewropayê alîkariya cil û bergan da 60 êtîmên ku welatiyên Sûriyeyê jî di nav da ne.
Mehmet Nurullah Gunaydinê Kordînatorê Tirkiyeyê yê Komeleya Destê Êtîman a Ewropayê diyar kir ku beriya Eyda Qurbanê di çarçoveya "Projeya Cilûbergên Êtîman" da alîkariya kincan dan êtîman.
Gunaydin destnîşan kir ku projeyê li gelek bajarên Tirkiyeyê didomînin û wiha pê da çû:
"Em projeyê ne bi tenê li Tirkiyeyê, li Asya, Afrîka û Balqanan jî didomînin. Em wekî komele di navbera xêrxwaz û hewcedaran da dibin pire. Me îro li Batmanê eydanî da 60 zarokên êtîm. Em ji xêrxwazên ku piştgiriyê didi me ra sipas dikin. Înşaellah zarok ew ê bi kêfxweşî têkevin eydê."