Haydar Şahin
26 Tebax 2019•Rojanekirin: 28 Tebax 2019
Cotkarên li Sarîqamîşa navçeya Qersê ya ji bo cotkarî û heywandariya li Tirkiyeyê ciyekî girîng e ji ber germahiya hewayê karên xwe bi şev dikin.
Îsal li gor salên berê hişkayî zêde ye û hewa jî zehf germ e, cotkar vê gavê gihê û ceh û genim diçinin û di tesîra germahiyê da dimînin.

Germahiya hewayê di nav rojê da derdikeve 30-35 pileyî, cotkarên li Elîsofiya gundê Sarîqamîşa navçeya Qersê zevî û mêrgên xwe diçinîn piştî ku tav diqulibe û hewa hênik dibe dest bi xebatê dikin.
Cotkar ji aliyekî va bi traktor û makîneyên çinînê yên mezin va dixebitin ji alîyekî va jî bi tirmixên hespan ên berê va gihê û cehê xwe dixin las, paşê jî ji hev derdixin.
Cotkarên li herêma ji bo heywandariyê girîng e ji bo alifê xwe yê zivistanê bidin ser hev hetanî nîvê şevê xebatên xwe didomînin.

Nesîm Gokê Serokê Odeya Zîraetê ya Sarîqamîşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê dest bi gihaçinîn û zevîçinînê kirin û îsal hişkayî zêde bû.
Gok got bi roj hewa zehf germ dibe û nikarin di binê kelekela tavê da bixebitin û wiha axivî: "Li herêmê bi piranî malbat karên xwe dikin û bi xwe dixebitin ji ber vê jî cotkarên me piştî esrê diçin eraziyên xwe dest bi xebatê dikin û hetanî saet 1-2yê şevê karê xwe didomînin."
- "Ji ber hişkahiyê ber û bereket kêm e"
Gok desnîşan kir ku cot kar karê çinînê bi şev didomînin û wiha pê da çû:
"Cotkar di rojê da kêmzêde 10-15 saetan dixebitin karê xwe dikin û diçin malên xwe. Îsal ji ber hişkahiyê ber û bereket kêm bû. Li vê zeviya em lê ne simlên wê rind in lêbelê ka wê kêm e. Ji ber ku em heywandariyê dikin ka ji bo me girîng e. Bihayê kayê gelekî zêde dibe. Xwedê alîkarê hemû cotkar û heywandaran be."
Serkan Çamliyê cotkar jî got îsal hewa gelekî germ derbas dibe, li Sarîqamîşê germahî derdikeve 30-35 pileyî.
- "Ji ber germahiyê bi roj nikarin bixebitin"
Çamli got ji ber germahiyê bi roj xebata li zeviyan gelekî zor dibe û wiha axivî:
"Piştî ku tav diqulibe dest bi xebatê dikin hetanî saet 1-2yê şevê dewam dikin. Ji ber germahiyê bi roj nikarin bixebitin. Îsal siml rind in lêbelê ka kêm e. Şikur ji Xwedê ra dîsa jî em îdare dikin. Em nika ceh diçinin, çendekî şûnda jî em ê genim biçinin. Me yulafê xwe çinî û xiste balye."