Haydar Şahin
26 Tebax 2019•Rojanekirin: 27 Tebax 2019
Li Islahiyeya navçeya Gazîentabê notirvanên Yekîtiya Parastina Malên Cotkaran li ber rezên tiriyan û tiriyên hatine komkirin nobedê digrin.
Li 50 hezar dolim eraziyê lê rezên tiriyan hene dest bi komkirina tiriyan kirin. Ekîba ji 8 kesan pêk tê ya yekîtiyê jî li taxên Altinuzum, Boxazîçî û Yêşîlyurtê li dijî diziyê û pirsgirêkan nobedê digrin û bi motorsîkletê li dewriyeyê digerin.
Notirvan dema tiştekê bi pirsgirêk bibînin an jî dizî were kirin haya ekîbên cendirmeyan pê dixin.
Cemal Yildirimê Serokê Yekîtiya Parastina Cotkaran daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku dema dest bi komkirina tiriyan kirin notirvanan jî dest bi wezifeyê kirin.
Yildirim diyar kir ku notirvan hemû îxbaran dinirxînin ji bo parastina dexl û den bi şev û roj dixebitin û ew ê hetanî qedandina rezan wezifeya xwe bidomînin.
Murat Kayaturkê cotkar jî destnîşan kir ku bi saya notirvanan dizî xilas bû û bi dilrihetî li malên xwe bîna xwe didin.