TUNCELÎ
Li Tunceliyê çêkirina Gola Bendava Tatarê dewam dike. Lê legleg û çivîkan li ser stûna di nav qada bendavê de hêlîn çêkirine û cûcik derxistine. Ji bo ku hêlîn xerab nebe ava bendavên derdorê hetanî 15ê tîrmehê hat birîn.
Ayhan Deligozê Midûrê Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê ya Herêma 15. daxuyanî da rojnamevanan û got: "Li gundê Otuzbaşi ya ser Mazgîrtê hêlînên leglegan hene. Em ji bo ku bendavê bi avê tije bikin me gundên derdorê vala kirin. Li vê derê gelek hêlînên leglegan hene û ji bo ku çêlikên leglegan zirarê nebînin em her tim kontrol dikin. Di bendavê de bi zêdebûna avê rewşa jiyan û hêlînên leglegan jî ket nav xetereyê. Em ewilî fikirîn ku em cihê hêlînan biguhêzin lê nebû, ji ber vê jî me avên ku ji bendava Ozluce û Seyrantepeyê tên da sekinandin. Bi vî awayî ava bendava Tatarê jî sekinî. Heya 15ê tîrmehê dê him çêlikên çivîk û him jî yên leglegan bifirin, em ê jî piştî çûyîna wan xebatên xwe dewam bikin.
Mixtarê gundê Otuzbaşiyê jî got ev 30 sal e ku legleg li vî gundî hêlîna xwe çêdikin û ji bo xelaskirina çêlikan her kes xebitî.