03 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Jinên mexdûrên terorê li Sûra Diyarbekirê bi alîkariya piştevaniya derûnî hewl didin bandora terorê ji ser xwe biavêjin.
Piştevaniya malbatên ku ji ber rewşa pevçûnan Sûr terk kirine didome. Di vê çarçoveyê da Wezareta Perwerdeya Millî, ÎŞKUR, Walîtiya Diyarbekirê û Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Turkiye Beyazayê bi hemaheng, bi mebesta sosyalîzekirinê piştevaniya malbatan dest bi vekirina kursan kirin.
Du sed û heştê jinên ku di kursên dirûnê û yên aşpêjiyê da cih girtine, ji pisporên wezîfedarên Midûriya Tendirustiya Gel ya Wîlayetê piştgiriya psîkolojîk distînin.
Derûnnas Guneş Yaman ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku piştî muayenaeyan li gelek jinan têkçûna stresê piştî travmayê tesbît bûye û got, "Jinên ku ev tişt li wan hatine tesbîtkirin, bi pirsgirêkên weke, bêxewî, zû hêrsbûn û dîtina xewnên nexweş re rûbirû ne."
Derunnas Guneşê destnîşan kir ku kursên pîşekariyê qadeke mijûlbûnê ji jinan ra ava dike û fêdeyê digihîne wan. Guneşê daxwaz li jinan kir ku beşdarî kursên bi vî hawî bibin.
Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Turkiye Beyazayê Nezihe Kentê anî ziman ku jin di dema bihîstina dengekî, bi taybet dengên zarokên xwe, gelekî ditirsin û got, "Him dayik û him jî zarokên wan beşdarî kursan dibin. Em gelekî ji wan ra dibin alîkar. Kurs ji bo wan, him ji aliyê tendirustiyê va bi fêdeye û him jî wan dike xwediyê pîşeyekê."
- "Bi saya kursan derûniya me edilî"
Yek ji kursyaran G.A anî ziman ku ev kurd moraleke mezin didin wan û got, "Derûniya me têkçûbû. Hişê me li ser xaniyên me yên Sûrê bû. Lê li vê derê pispor ji me ra dibin alîkar, em pevra dikenin û pevra digirîn. Bi saya van kursan derûniya me edilî."
Kursyareke din bi navê F.K, destnîşan kir ku tiştê nexweş bi serê wan da hatin lê bi saya van kursan hinekî baş bûne û wiha got, "Em li Sûrê di malên xwe da asê mabûn. Zarokên me ji tirsana digiriyan. Me nedikarî em nexweşên xwe, pîr û kalên xwe bibin nexweşxaneyê. Ev kurs ji me ra bûn alîkar. Em hîn bûn ku bi keda xwe debare xwe bikin."